Serokê partiya fasîst MHPê di heqaretê de rekoran diskîne

10 May 2018 22:50 0 dîtin
Serokê partiya fasîst MHPê di heqaretê de rekoran diskîne

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser 15 parlamenterên CHPê yên derbasî ÎYÎ Partiyê bûn piştre vegeriyan devê xwe vekir çavê xwe girt: "Pîçbûn, bênamûsî û bêrûmetî di tu heyama dîroka me ya siyasî de nehatiye dîtin."

Bahçelî li ser van daxuyaniyek da û wiha cih da heqaretên xwe: "Yên çav bi hêstir, sitûxwar, her wekî koleyên zincîrkirî yên ku di bazarê de li benda kiriyarên xwe ne di 22yê nîsanê de bi kotekî şandin ÎPê piştî 18 rojan vegeriyan taxa xwe bi xwe. Li pêşberê me ne qehremanên demokrasiyê kujerên demokrasiyê hene û hemû lekedar in."

Bahçelî tehdîdên xwe wiha berdewam kirin:


"Gelê Tirk ji bo bazirganên siyasetê yên ku di nav Pensîlvanya û Qendîlê de asê mane çi hewce dike dê bike, dê ya wan nîşanê wan bide, dersa ku heq dikin bi îzna Xwedê bide wan. Îtifaqa Cumhur dê îtifaqa zîletê vala derxîne û di sindoqê de bide pêşiya xwe û heta cihê ku dê birevinê bide pey wan."