Serokê partiya nû ya Tirkiyê DEVAyê Alî Babacan tûsî Koronayê bû

26 August 2020 10:40 0 dîtin
Serokê partiya nû ya Tirkiyê DEVAyê Alî Babacan tûsî Koronayê bû

PeyamaKurd - Serokê partiya Tirkiyê yê DEVAyê Alî Babacan, do êvarî Sêşemê, li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, encama testa wî ya vîrusa Koronayê pozîv derketiye.

Herwiha Alî Babacan diyar kir, rewşa wî ya tendirustî baş e û li ser pêşniyara bijîşkan ligel malbata xwe bo heyamekê dê xwe kerentîne bikin.

Babacan wiha gotiye: “Gavek berê ez hîn bûm ku ez tûşî vîrusa Koronayê bû me. Niha rewşa min baş e. Bijîşkên min gotin, divê heta demekê digel malbata xwe li mal bimînim. Ez hêvî dikim ku ez ê karê xwe ji malê bidomînim. Di nav tenduristiyê bimînin û ji kerema xwe hay ji xwe hebin."

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê  ku partiyeke nû ya Tirkiyê ye û bi serokatiya Ali Babacan piştî cudabûna ji AK Partiyê hatiye damezrandin, kar ji bo temamkirina mercên beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyê dike û heta niha li gelek parêzgehan Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ofîsên xwe vekirine.