Serokê Partiya Umme: Çavên aliyên ser li Serok Barzanî ye ku Bexdayê ji vê rewsê rizgar bike
PeyamaKurd – Serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alûsî bi peyamekê diyar kir, aliyên şer ên niha li Bexdayê çavê wan li Serok Barzanî ye ku Bexdayê ji vê rewşê rizgar bike.
Mîsal Alûsî li ser twitterê da zanîn, ji aliyekî dîmenên Sediriyan û hikûmeta Iraqê û ji aliyê din ve dewleta kûr û milîsan û herwiha dabeşbûna Çarçoveya Hemahengî ya bi awayê tundrew û aqilmendan pir balkêş e û çavên wan li Serok Barzanî ye ji bo rizgarkirina Bexdayê.
Herwiha Alûsî destnîşan kir, çavên Iraqiyan jî li ser Kurdistanê ye, ku wek maleke aram e, ku pêşwaziyê li wan aliyan bike ku dijî çek û kuştinê ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, do 29.08.2022yê şerekî giran li Herêma Kesk a Bexdayê û beşeke zêde ya parêzgehên naverast û başûrê Iraqê, di navbera milîsên Seraya Selam û komên din ên Heşdî Şeibî de destpê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin