Serokê Partiya Xirîstiyan a Lubnanê: Hizbullah welatê me dike qada ser!

19 January 2024 18:59 0 dîtin
Serokê Partiya Xirîstiyan a Lubnanê: Hizbullah welatê me dike qada ser!

PeyamaKurd -  Serokê Partiya Xiristîyanên Lubnanê Samir Caca, ji ber êrîşên ser Îsraîlê û derxistina aloziyan li Rojhilata Navîn rexne li Hizbullahê girt.

Serokê Partiya Xirîstiyan û Serokê Hêzên Çekdar ên Lubnanê Samir Caca, di hevdîtina ligel Balyozê Brîtanya yê Lubnanê Hamish Cowell de, rexneya ku Hizbullahê welatê wan vediguherîne qada şer kir.

Caca, herwiha rexne li hikûmeta Lubnanê jî girt ku zêde hêz daye Hizbullahê û diyar kir, li şûna erka xwe ya hikûmetê pêk bîne, mekanîzmeya biryardanê xistiye kontrola wê komê û welat bi ber nearamiyê ve dibe.

Herwiha Caca got ku divê çareseriyek ji bo gelê Filîstînê bê dîtin û heta ev pêk neyê wê herêmê ji îstiqrarê dûr bimîne. Caca diyar kir, divê ev pirsa 70 salî ku her kes pê westiyaye bê çareserkirin.