Serokê Tirkiyê Tayîp Erdogan bi Donald Trump re axifî
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Tayîp Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Amerîkayê bi Donald Trump re axifî. Di axaftinê de têkiliyên du alî û pêşdeçûnên vê dawiyê yên di derbarê Sûriyê de, mijarên wan bûn. Di mijara axaftinê de Tirkiye weha ragihand:
“Serokkomarê me vê êvarê bi serokê Amerîkayê Trump re bi rêya telefonê axifiye. Di axaftinê de têkiliyên du alî û pêşdeçûnên vê dawiyê yên Sûriyê mijarên wan bûn. Serokkomar Erdoğan paşvekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi memnûniyet dibîne û weke hevkarekî NATO yê, bo Amerîkayê amade ye ku her destekê bide Amerîkayê.
Temamkirina nexşerêya Munbicê bo valahiyekî çênebe girînge û divê fersend nê dayîn wan kesên ku li pêşiya vekişîna Amerîkayê astengin. Her dû alî di mijara ragihandina zelal bo raya giştî fikrên xwe beyan kirine.
Serokkomarê me û serokê Amerîkayê Trump li ser fikra yekîtiya axa Sûriyê, li bakûrê Sûriyê behsa avakirina herêmeka ji terorê paqijkirî kirine.
Erdoğan di axaftinê de ragihandiye ku ti pirsgirêkeka Tirkiyê bi Kurdan re tineye û wan rêxistinên ku bo asayîşa Tirkiyê tehdidin yên weka DEAŞ, PKK û rêxistinên bi ser PKKê ve, esas têkoşîna Tirkiyê bi wan rêxistinan re ye.
Di axaftinê de di mijara aboriyê de, bo aboriya her dû welatan bibin asteka pêşdetir, her dû serok hemfikir mane.
Bi rêz em peşkeşi raya giştî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin