Serokê Ukraynayê, Netanyahu vexwend Kievê

08 November 2022 16:00 0 dîtin
Serokê Ukraynayê, Netanyahu vexwend Kievê

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, piştî hilbijartina Îsraîlê, Binyamin Netanyahu yê ku bi ser ketibû, vexwend Kievê. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Îsraîlê ve hat dayîn, di navbera herdu rêberan de axaftineke bi telefonê çêbûye.

Di daxuyaniya ku ji ofîsa Binyamîn Netanyahu hat ragihandin de hat diyarkirin ku di navbera herdu rêberan de roja duşemê axaftineke telefonê çêbûye û Volodirmir Zelenskiy hem ji ber serkeftinê Netanyahu pîroz kiriye hem jî ew vexwendiye Kievê.

Hat diyarkirin ku Netanyahu jî daye zanîn ku di dema xebatên hilbijartinê de wî çawa soz dabû ku dema ew bibe desthilatdar, ew ê alîkariya çekan bide Ukraynayê, piştî hatiye ser kar jî dê li ser pirsgirêka Ukraynayê bi awayekî ji dil bifikire.