Serokê WHOyê ji ber biryara birîna fona Amerîkayê xemgîn bû!
PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi sedema belavkirina agahiyên nerast derbarê pandemiya vîrusa koronayê de, alîkariyên aborî yên bo Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) dibirin, Serokê WHOyê jî bersiva Trump da.
Serokê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, bal kişand ser, ew di demeke ku pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a gefeke hevbeş (Coronavîrus) de derbas dibin û got, ew biryara Trump bi xemgînî pêşwazî dikin.
Ghebreyesus, li ser rexneyê bo WHOyê jî got ku bêguman ew dê dersan ji vê proseyê bistînin û xalên ku di nexweşîna Covid-19 de bipêşve biçin tesbît bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin