Serokê Amerîkayê Joe Biden telefona emirê Qatarê Al Sanî kir
PeyamaKurd – Piştî çareseriya pirsgirêka dîlan (esîran) ya navbera Hamasê û Îsraîlê ya bi navbeynkariya Qatar û Misrê, serokê Amerîkayê Joe Biden di rêya telefonê de bi emirê Qatarê Şêx Tamim bin Hamad Al Sani re axifî.
Li gor ragihandina dîwana serokatiya Qatarê; di axaftina bi telefonê de, mijarên li ser wan axifîne wehanin:
“Bicîhanîna peymana navbera Îsraîlê û Hamasê, kêmkirina asta gengeşiyê, parastina sîvîlan, rêzgirtina li hemberê hûqûqa navdewletî û zêdekirina alîkariya mirovî ya ji bo Fîlîstînê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin