Serokê WHOyê li ser sistkirina tevdîrên li dijî koronayê hisyariyan dide
PeyamaKurd- Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) li ser sistkirina tevdîrên li dijî vîrusa koronayê hişyariyan dide.
Serokê WHO Adhanom Ghebreyesus diyar kir, dema dewletê cîhanê tevdîrên li dijî koronayê sist bikin pir bi baldarî tevbigerin.
Ghebreyesus got, ‘’Ger dewlet li ser sistkirina tevdîran bi baldarî tevnegerin ew ê ji nû ve karantînayên berfireh çêkin’’
Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê zêdetir ji 3 milyon 700 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 261 hezar û 517 kesan ji ber wê nexweşiyê can dane.
Hêjayî gotinê ku vîrusa koronayê di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li seranserê cîhanê bûbû û herî dawî ji aliyê WHOyê ve wekî pandemî hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin