Serokê WHOyê: Wexta sistkirina tedbîran hîn nehatiye
PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li dewletên cîhanê kir ku tedbîrên li dijî vîrusa koronayê sist nekin.
Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus di civîneke onlayn ya çapemeniyê de li ser rewşa dawî ya vîrusa koronayê axivî. Ghebreyesus diyar kir ku di ser belavbûna şewba korona re şeş meh derbas bûne û da zanîn ku wexta sistkirina tedbîran hîn nehatiye.
Yek ji rayedarên din ên WHOyê Dr. Mike Ryan jî bal kişand ku vîrusa koronayê û belavbûna wê ya li welatên Amerîka Navîn û rêjeya haletên tûşbûna wê vîrusê bilind e.
Ryan got ku jiber vîrusa korona hîn jî metirsî didome û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku piştgirîya wir bikin. Wî dîyar kir ku bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa koronayê re dibe ku pêleke nû ya wê vîrsûsê çêbe.
Li gor daneyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê zêdetirî 7 milyon kes enfekte bûne û heta niha 400 hezar kes jî bûne qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin