New York dest bi sistkirina tevdîrên li dijî koronayê dike
PeyamaKurd - Eyaleta New York ya Amerîka dê roja Înê dest bi sistkirina tevdîrên dijî vîrusa koronayê dike.
Di qonaxa pêşî de, li ber e ku herêmên ku kapasîteya wan ya nexweşxaneyan tam in tevdîr bêne sistkirin.
Tê çaverêkirin ku berê bi tenê sê herêmên li bakurê New Yorkê gavên ser sistkirina tevdîran bêne avêtin. Ew herêm dê bi çavdêrîya komîsyonekê tevbigerin.
Li gor daneyên dawîn yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li New Yorkê zêdetir ji 337 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û 26 hezar 988 kes ji ber wê nexweşiyê bûne qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin