Li dijî desthilatdariya HTSyê mixalefet tê avakirin: HSD jî dê tev li bibe

05 February 2025 12:43 0 dîtin
Li dijî desthilatdariya HTSyê mixalefet tê avakirin: HSD jî dê tev li bibe

PeyamaKurd – Li dijî desthilatdariya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya Sûriyeyê amadehî hene ku mixalefeteke nû bê avakirin. Hat ragihandin ku civînên ewil ên vê mixalefeta nû, dê di 15ê vê mehê de pêk bên. Tê çaverêkirin ev hevdem li Cenevreyê û hin bajarên Sûriyeyê bi taybetî li Suweyda û Helebê werin lidarxistin.

Ajansa El-Nehar a Misirê ragihand ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), baskê siyasî wê yê eskerî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a rojhilatê Firatê jî dê beşdarî civînê bibin.

Çavkaniyên agehdar ji El-Neharê re ragihandin ku komîteyeke amadekar ji hundir û derveyî welat hatiye avakirin.

Kordînatorê giştî yê vê komîteyê Heysem Manna ye ku di nav opozîsyona Sûriyeyê de kesekî naskirî ye. Çavkaniyan destnîşan kir ku prensîbên sereke yên civînê serweriya dewletê, hemwelatîbûna wekhev, rûmeta mirovî, vejandina dirûşmeya Şoreşa Mezin a Sûriyê “Dîn ji Xwedê re ye, welat ji her kesî re ye” û pejirandina pêşkeftina aborî ya domdar ji bo jinûveavakirinê ye.

El-Nehar diyar kir ku di vexwendnameya komîteya amadekar de ya ji bo hêz û kesên ku dê beşdarî civînê bibin, gavên herî girîng hatine destnîşankirin ku ji beşdaran dixwazin ku ev jî ev in: Avakirina encumeneke leşkerî ya niştimanî ya ku ji efserên firar, pisporên teqawid û akademîsyenên jêhatî, ji bo çavdêriya avakirina kongreya giştî ya niştimanî ya neteweyî ya Sûriyeyê 2254, ku armanca wê avakirina desteya rêveberî ya veguhêz, komîteyeke amadekirina destûrê û desteyeke dadwerî ya serbixwe ji bo dadweriya veguhêz e ku hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê dê li xwe bigire bêyî ku tu kesî jê derxîne.

Di vexwendnameyê de her wiha daxwaza avakirina hikûmeteke teknokrat a demkî ku dema wê bi hilbijartina hikûmeteke li gorî destûra nû bi dawî bibe, rêzgirtina ji peymanên mafên mirovan ên navneteweyî, sûcdarkirina gotinên nefretê û teşwîqkirina mezhebî, û di dawiyê de rakirina cezayên aborî yên yekalî yên ku li ser Sûriyeyê hatine sepandin.