Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê bo Papa: Kurdistan wê tim wek cihê pêkvejiyanê bimîne
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Kurdistanê Mamoste Ebdullah Mela Seîd Weysî li ser serdana Papa Francis axivî û got: “Amadebûna me di dema gihîştina Papayê Vatîkanê bo Hewlêrê de û pêşwazîkirina wî, belgeya pêkvejiyan û peyama wê yekê ku em parêzvaniya vê pêkvejiyanê dikin, Papa Francis jî kêfxweşiya xwe nîşan da û spasiya me kir.”
Mamoste Ebdullah Mela Seîd Weysî diyar kir: “Me pêşwazî Papa Francis kir û jê re ragihand ku bi navê mamosteyên ola Îslamê yên Kurdistanê bi germî bixêrhatin dikin bo Herêma Kurdistanê. Me ji Papayê Vatîkanê re got; ew pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye, baweriya bi wê heye. Bi dirêjahiya dîrokê, Kurdistan cihê pêkjiyana olî bûye û dê wisa jî bimîne. Mamosteyên olî jî rola wan a bibandor heye di pêkvejiyana olî de, mizgeft û hucre û tekiye û xaneqayên Kurdistanê roleke wan a diyar heye di handana welatiyan bo pêkvejiyanê de.”
Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê yên Kurdistanê Mamoste Ebdullah Mela Seîd Weysî ragihand: “Me jê re got; bawer bikin, çawa di paşerojê de Kurdistan cihê pêkvejiyanê bû, di pêşerojê de jî dê wisa bimîne. Ji bilî vê jî, me destnîşan kir ku azadiya olî ya li Kurdistanê heye, li ti dereke Rojhilata Navîn nayê hîskirin.”
Mamoste Ebdullah Mela Seîd Weysî eşkere kir: “Papa kêfxweşiya xwe nîşan da û got; ez spasiya hemû misilmanan dikim, ez hêvî dikim pêkvejiyan wisa bidome, aştî û tebayî û xoşewîstî di nav hemû pêkhateyan de zêdetir bibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin