Kurdistan | Ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê 7 fetwe ji bo vîrûsa korona...
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê Mela Ebdula Mela Weysî bi civîneke rojnamevanî ragihand ku Encûmena Bilind a Fetweyê li Yekîtiya Zanayan bi amadebûna koma endaman çend biryar li ser rênimayên xweparastina ji vîrûsa koronayê dane.
Ebdula mela Weysî biryarên Encûmena Bilind a Fetweyê ya Yekîtiya Zanayan eşkere kir û got, “Erkekî şer'î ye welatî bi hûrî pabendî rênimayên tenduristî û ewlehiyê yên hikûmetê ji bo parastina ji vîrûsa korona bibin.”
Li gor şerîetê ji niha ve karîn nîne gotara Înê (xutbe) li mizgeftan bê ragirtin, ji bilî li cihên ku nexweşî lê velav bûye, tiştê dikare bibe ew e, bi awayekî demkî nimêja bikomî û gotara Înê bê ragirtin.
Çend biryarên hatine standin wiha wiha ne:
- Civînên din ên olî wek Îsra û Mîrac, xwendina mewlûd û merasîmên sersaxiyê tên ragirtin.
- Ewên bi vîrûsa Korona canê xwe ji dest bidin, wek şehîd tên hejmartin.
- Ew kesên nexweş in, yan metirsiya tûşbûnê li ser wan heye, dikarin ta derbasbûna wê beşdarî gotara Înê nebin.
- Dibistanên olî û xulên fêrbûna Quranê û xulên din tên ragirtin.
- Hemû ewên ji welatên ku vîrûsa korona lê heye û bi taybet Îranê vedigerin, erkekî şer'î ye ku ew serdana komîtên tenduristî bikin.
- Her kesek heger hilgirê vîrûsa korona be, heram e serdana xelkê û civat û civînan bike û pêwîst e serdana aliyê tenduristî bike.
- Pêwîst e xwendina gotaran di vê demê de şîretên taybet li gor şerîetê di gotarên xwe de belav bikin û şîretan li xelkê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin