Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê îdamkirina ciwanan sermezar kir
PeyamaKurd - Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, li ser bidarvekirina ciwanên ku beşdarî xwepêşandanan bûne, daxuyaniyek belav kir.
Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, sizadan û îdamkirina ciwanan di girtîgehên rejîma Îranê de şermezar kir û ragihand:
“Her wekî ku agahdar in Komara mirovkuja Îslamiya Îranê ji bo tirsandina xelkê bêzar bi awayekî hovane bi azar û îşkencekirin û kuştina ciwanên bê tawan yên Îranê cezayê îdamê bi ser zêdetir ji 109 binçavkiriyên xwepêşandanên seranserî de sepandiye û heta niha çendîn ciwanên bê tawan yên welat bidarve kiriye û malbatên wan daxdar kiriye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Herwisa Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina ew meşa nemirovane yê Komara Îslamiya Îranê daxwaz dike ku şeqaman bigirin destê xwe û piştevanê lawên şoreşger bin û êdî rê nedin ku Spaha Pasdaran xwîna ciwanên me birijîne, û daxwaz ji alî û Neteweyên Yekgirtî û welatên Rojavayî dikin ku wan cinayetên rejîma Îranê weke cinayetên bi dijî mirovahiyê bidin nasandin û binkeyên rejîma terorîst li welatên xwe de dabixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin