Serokomarê Brezîlyayê, hêzên ewlehiyê tawanbar kir
PeyamaKurd- Serokomarê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva, hin kesên ji polîs û leşkeran bi alîgirên Serokomarê berê Jair Bolsonaro yên ku havêtin ser Kongreya Neteweyî, bi hevkarî tawanbar kir.
Lula da Silva bal kişand ku li Brezîlyayê gelek hevkar hene ku dibêjin ew dixwazin dîmenên serdegirtina Kongre, Koşka Serokomariyê û Dadgeha Bilind bibînin.
Lula got, "Ev kes (alîgirên Bolsonaro) hatin destûrkirin ku bikevin deriyên Koşka Planaltoyê, ango hinekan ketina qesrê, ji wan re hêsan kir.”
Her wiha Lula bal kişand ser alîgirên Bolsonaro yên di hundirê Koşka Serokomariyê de û diyar kir ku koşk tijî alîgirên Bolsonaro ye û divê ev yek bi kesên zana werin pergalkirin. Lula diyar kir ku erka artêşê bi Destûra Bingehîn hatiye diyarkirin û got,
"Tiştê ku ez ji wan dixwazim ew e ku bi awayê herî baş, erka xwe pêk bînin."
Li gor îdiayên ku di medyaya herêmî de derketin pêş, dema alîgirên Bolsonaro ketine nav Kongre, Qesra Serokomariyê û Dadgeha Bilind, hin leşker û polîsan, bi qestî li vê rewşê temaşe kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin