Serokomarê Iraqê bi serdaneke fermî gihîst Tehranê

29 April 2023 14:32 0 dîtin
Serokomarê Iraqê bi serdaneke fermî gihîst Tehranê

PeyamaKurd - Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd, bi 4 çar wezîrên hikûmetê re bi serdaneke fermî gihîşt Tehranê.

Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an gihîşt Tehranê û bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û berpirsên din ên pilebilind re civiya.

Li gor Serokkomariya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd li ser vexwandina fermî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî gihîşt Tehranê.

Herwiha ji bilî du şêwirmendên serokkomar, wezîrên Derve, Elektrîk, Çandinî û Çavkaniyên Avê û Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê di serdana yek rojî de amade ne.

Letîf Reşîd piştî ku dest bi erka xwe kir cara yekem e serdana Îranê dike.

Tê çaverêkirin ku di vê serdanê de mijarên avê, pêwendiyên bazirganî yên di navbera Iraq û Îranê de û guherîna keşûhewayê de mijarên herî girîng bin.