Serokomarê Iraqê gihîst Hewlêrê

11 May 2023 11:09 0 dîtin
Serokomarê Iraqê gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd di saetên serê sibê de gihîşt Hewlêrê.

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo beşdarî vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî bibe, gihîşt Hewlêra paytext.

Ji bilî mêvanên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê, gelek mêvanên biyanî jî wê beşdarî vekirinê bibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku şeva borî li Hewlêrê bi mêvanên xwecihî û biyanî yên vexwendî ji bo vekirina festîvalê li Hewlêrê civiyabû, ragihand ku herêma Barzan herî kêm 16 caran wêran bûye û hatiye avakirin.

Serokwezîr got: “Sibe wê çalakiyek me hebe û em ê muzexaneyekê vekin ku tê de behsa dîroka me dike ku we alîkariya me kiriye di avakirina wê de. Şerefeke mezin e ku îro pêşketina Kurdistanê dibînin.”