Serokomarê Tirkiyeyê, ligel Sekreterê Gistî yê NATOyê axivî
PeyamaKurd-Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi rêya telefonê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg axivî. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijara endamtiya Swêd û Finlandiyayê û çend mijarên girîng hatine guftûgokirin.
Hat eşkerekirin ku Erdogan di hevdîtinê de qala gumanên welatê xwe yên di derbarê endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê de dubare kiriye û daye zanîn ku fikarên wan, spartiyê bingehên mafdar û rewa ne. Hat zanîn ku Erdogan xwestiye welatên navborî, dest ji piştgiriya terorîstan berdin, dorpêçên li ser Tirkiyeyê rakin û hevkariya xwe ya tifaqê pêşkêş bikin û di van mijaran de bi rastî û zelalî tevbigerin.
Hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî bal kişandiye ser wê yekê ku Tirkiye ji bo NATOyê, hevkarekî girîng e û divê bendewariyên Tirkiyeyê werin cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin