Serokwezîr Barzanî, 21ê Sibatê bi peyamekê pîroz kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo rastlêhatina 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Dayîkê ya Cîhanî, peyamek araste kir û bi rêya peyamê bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî.
Serokwezîr Barzanî, bi rêya peyamê diyar kir ku parastin û bipêşxistina zimanê dayîkê erka hemû kesan e û di peyama xwe de wiha got:
“Ez Roja Zimanê Dayikê, li hemû Kurdistaniyan, netewe û pêkhateyên Kurdistanê pîroz dikim. Parastin û bipêşxistina zimanê dayikê, erka me hemûyan e. Werin em di malper û medyaya civakî de zimanê Kurdî zêdetir bi kar bînin. Ez ji xwe ve dest pê dikim û ji îro û pê ve ez ê bêhtir bi Kurdî tweet bikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin