Serokwezîr Barzanî, besdarî merasîma oxirkirina Ronak Ebdulwahîd bû

13 August 2023 20:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, besdarî merasîma oxirkirina Ronak Ebdulwahîd bû

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma cenazeyê hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm bû.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Barzanî îro beşdarî merasîma oxirkirina cenazeye Ronak Ebdulwwahîd bû û ji bo ferdên malbatê hêviyên xwe yên sebir û sersaxiyê araste kirin.

Her hiha hat zanîn ku Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo malbata Fûad Masûm peyamên sersaxiyê ragihandin.

Ronak Ebdulvahîd, di sala 1942yan de ji dayîk bûbû û wekî jineke ku beşdarî şoreşa çiya bûbû dihat naskirin.

Ebdulwahîd dayîka 5 zarokan bû û di navbera salên 2015 û 2017an de Serokatiya Yekîtiya Jinên Ereb kiribû.

Ronak Ebdulvahîd, rojek berê li Bexdayê di 81 saliya xwe de çû ser dilovaniyê.