Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma oxirkirina Emer Mîranî bû

12 September 2022 11:28 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî besdarî merasîma oxirkirina Emer Mîranî bû

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do li Duhokê beşdarî merasîma oxirkirina kadroyê navdar ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Mîranî bû.

Hat ragihandin ku di taziyê de Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî Fazel Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û malbata Emer Mîranî kir.

Herwiha Fazel Mîranî û malbata rehmetî (Emer Mîranî) pêzanînên xwe ji bo serxweşî û beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî di şîn û sersaxiya wan de nîşan dan.