Serokwezîr Barzanî, bi helkefta Newrozê, bang li YNKê kir

20 March 2023 17:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, bi helkefta Newrozê, bang li YNKê kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber rastlêhatina Cejina Newrozê, peyamek belav kir. Serokwezîr di peyama xwe de bang li serkirdeyên YNKê jî kir ku vegerin civînên encumena wezîran.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de bang li rayedarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku piştî bidawîhatina betlaneya Newrozê vegerin civînên Encûmena Wezîran da ku hemû pirsgirêk di cihê xwe yê fermî de de bên guftûgokirin.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi vî awayî ye:

“Bi boneya hatina Cejina Newrozê û sersala nû ya gelê Kurd, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû gelê Kurdistanê, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxweyî û malbatên serbilind ên şehîdan û qurbaniyên Enfalê dikim.

Ez hêvîdar im hûn cejinên xwe di nav xweşî û aramiyê de derbas bikin. Di heman demê de ez daxwaz ji welatiyan dikim ku di geştên xwe de pakiya jîngeh û sirûşta bedew a Kurdistanê biparêzin. Her wiha pabendî rênimayên trafîkê bin û ji lezbûnê dûr bikevin.

Newroz, sembola yekîtî, serkeftin û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi vê boneyê em tekezî li ser tebayî û yekhelwestiya gelê Kurdistanê ji bo parastina destkeftên neteweyî û parastina mafên xwe yên destûrî dikin.

Her bi vê boneyê ji bo berjewendiya giştî û ji bo nehîştina nîgeraniyên welatiyên me û afirandina atmosferek erênî, daxwaz ji Cîgirê Serokwezîr û tîma wezîrên YNKê dikim ku piştî bidawîhatina betlaneya Newrozê vegerin civînên Encûmena Wezîran da ku hemû pirsgirêk di cihê xwe yê fermî de bên gotûbêjkirin û em bi hev re kar ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û cîbicîkirina bernameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Cejina Newrozê, li we hemûyan pîroz be û bila Kurdistan her tim di nav aramî, bextewarî û pêşketinê de be.”