Serokwezîr Barzanî bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtinê dike

15 April 2022 16:51 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtinê dike

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbasî Tirkiyeyê bû. Serokwezîr Barzanî dê li ser xurtkirina pêwendiyan bi Erdogan re civînekê li dar bixe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû serdana Tirkiyeyê û derbasî Stenbolê bû. Hat ragihandin ku dê Serokwezîr Barzanî ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan civînek bike. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, civîn li ser mijarên pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê, guherîn û geşedanên Iraq û navçeyê tê kirin.