Serokwezîr Barzanî Dr. Hemdî Îlyas ji bo cîgirê rêvebirê SOMO yê destnîsan kir

05 August 2023 01:07 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî Dr. Hemdî Îlyas ji bo cîgirê rêvebirê SOMO yê destnîsan kir

PeyamaKurd – Li gor peymana navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê; divê cîgirê rêvebirê şîrketa petrolê ya Iraqê ji terefê Kurdistanê de tayîn bibe û li gor vê xalê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo cîgiriya serokê SOMOyê  Dr. Hemdî Îlyas (Hemdî Şingalî) tayîn kir.

Şingalî, bi destnîşankirina serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi erêkirina serokwezîrê Iraqê û wezareta petrolê ya Iraqê dest bi karê xwe yê di şîrketa SOMOyê de kir. Ragihandina destpêkirina kar ya Şingalî ji terefê berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Pêşwewa Hewramanî de hat kirin.

Dr. Hemdî Şingal di Kabîneya 9em a Hukumeta Herêma Kurdistanê de, nûnerê taybet yê serokwezîr ji pêwendiyên welatên Ereb berpirs bû.