Serokwezîr Barzanî: Îraqê hîn pergala federalî pêk nayînê
PeyamaKurd - Serokwezir Neçirvan Berzanî ji Navenda Lêkolînê ya Rûdawe re peyam şand.
Em dixwazin xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê, jiyan û debareke baş û hêja hebin. Xweşguzeraniya xelkê dabîn nabe, eger ku pêşketin siyasî li welat nebe. Xizmetguzarî nayên dabînkirin, eger welat di rewşeke aloz a lerzok a ewlehiyê debe. Gelek civînên aliyên siyasî yên Iraqî, piştî rûxana rejîmê li Hewlêrê hatin lidarxistin.
Çavê me li wê yekê bû ku Iraqê hemûyan çê bike, mixabin ew hemû ji bo hemû netew û pêkhateyan pêk nehat û dewleta medenî û hevwelatîbûn jî pêk nehat .Rêxistinên terorîstî sûd ji rewşa Iraqê û El-Qaîdeyê wergirtin û El-Qaîdeyê cihê xwe li Iraqê berfireh kir.
Paşê di cildê Ensar El-Îslamê de bihêztir bû û bû rêxistineke gelek bihêz a terorîstî, bi navê DAIŞ û rewşa Iraq û hemû cîhanê têk bir. Niha DAIŞê liveke berdewam heye di xeta stratejîk a Diyale, Kerkûk, Selahedîn, Enbar û Mûsilê de û heta Sûriyê.
Bi şev êrîşên terorîstî bo ser hêzên ewlekariyê û cihên giştî pêk tîne, piraniya wan jî xelkê Iraqê ne, wate DAIŞ hêj maye.
Dewleta nû ya Iraqê di destûr û sîstema xwe ya niha de, xwe wek dewletek demokratîk û federal pênase kiriye.
Bi rastî Federalî rê û sîstemeke dirist e jibo Iraqê, lê dixwazim bi zelalî û eşkere bêjim, mixabin em xemgînin ku federalî û sîstema federaliyê li Iraqê hêj bi cih nebûye û hêj têgihîştineke temam bo sîstema federaliyê nîne

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin