Serokwezîr Barzanî ji bo pêsxistina pergala aborî hewlên xwe didomîne

19 December 2023 16:21
Serokwezîr Barzanî ji bo pêsxistina pergala aborî hewlên xwe didomîne

Peyama Kurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Civata Birêvebirinê ya Banka Tenmiyeyê ya Îraqê Ziyad Xelef qebûl kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Banka Tenmiyeyê Ziyad Xelef, di warê sektora bankayî de li ser pêşxistina aborî û çaksaziyên Herêma Kurdistanê niqaş kirine û amaje bi wê yekê kirine ku li Herêma Kurdistan û Îraqê, di sektorên cuda de derfetpêdana sektora bankayî nirxandine.

Di hevdîtinê de herwiha Serokê Civata Birêvebirinê ya Banka Tenmiyeyê bi mebesta nerîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirrengkirina aborî, avakirina jêrxaneyan û pêşxistina sîstema bankî kêfxweşiya xwe anîye ziman.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî piştevaniya xwe ji bo bankayên sektorên taybet ên li Herêma Kurdistanê û Îraqê destnîşan kirî ye û daxwaz û pêşbînîyên xwe yên di derbarê pêşxistina sîstema aborî vegotîye.