Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Misirê re pêsxistina pêwendiyên du alî gotûbêj kir

14 November 2021 18:59
Serokwezîr Barzanî bi Balyozê Misirê re pêsxistina pêwendiyên du alî gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Misrê li Iraqê Welîd Mihemed Îsmaîl kir.

Di hevdîtinê de ku Kosulê Misrê li Hewlêrê Wecîh Hîcazî amade bû, behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Misr û Herêma Kurdistanê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser pêgeha girîng a Misrê li herêmê û daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Misrê di hemû waran de nîşan da.

Balyozê Misrê spasiya hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan nîşan da, bi taybetî di warê veberhênan û bazirganî de.