Serokwezîr Barzanî ji bo besdarî Mename2021 bibe gihîst Behreynê

19 November 2021 17:06 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo besdarî Mename2021 bibe gihîst Behreynê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo beşdarbûna Korbenda Diyaloga Mename 2021ê bibe, gihîşt Menameya paytexta Behreynê.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand; Mesrûr Barzanî tevî şandeke hikûmetê ber bi Menameya paytexta Behreynê bi rê ket ji bo beşdarbûna li Korbenda Diyaloga Mename 2021.

Zêdetirî 300 rayedar û rewşenbîrên welatên cîhanê dê beşdarî korbendê bibin. Herwiha ev korbend dibe sedema civînên dualî yên beşdaran û nêzîkbûna wan a zêdetir ji bo hev.

Ji sala 2004an ve Behreyn mêvandariya vê korbendê dike û Wezareta Derve ya Behreynê bi hevbeşiya ligel Peymangeha Navdewletî ya Lêkolînên Stratejîk (IISS), ku ofîsa wê ya sereke li Brîtanyayê ye, vê korbendê birêve dibe.

Rêveberê Cîbicîkar ê IISSê Tom Beckett ragihandiye; mijara sereke ya gotûbêja îsal a korbenda Mename li ser pir alîbûna li Rojhilata Navîn e.

Tom Beckett gotiye: “Milmilanî û rikeberiyên li navçeyê tên zanîn, lê belê ev bername hejmûna wê hebû ji bo çareseriyan, ev korbend derfetek e ji bo derxistina pir rengî û pir alî û guncawî ligel berjewendiyan û hejmûn û nirxan li Rojhilata Navîn.”

Herwiha pirsa milmilaniyên Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya, Efxanistan beşek ji ajendaya korbendê ye.