Serokwezîr Barzanî: Ji bo plana hikûmetê bizanin welatiyan bi hezaran pirs kirine
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de spasiya xwe bo hemwelatiyan pêşkeş kir û got, “Bi dehan hezar pirs ji Herêma Kurdistanê û li derve gehiştine min, ev jî nîşana wê yekê ku hevwelatî kelecan in daku plana hikumetê bizanin, lew ez hewil didim bersiva piraniya rêjeya wan pirsyaran bidim.”
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Gelek spasîya wan hevwelatîyan dikim ku bi rêya Sosyal Medya pirsyarên hemecor arasteya me kirîye, bi dehan hezar pirsya li navxwe û derveya welat gehiştine me. Xwezîyê dixwazim karîbam yek bi yek bersiva tevaya xoştivîyan bidim, lê rêjeya pirsyare ji rade biderin û ev jî nîşana kelecanîya hevwelatîyane bo zanîna pilan û bernameya hikumetê. Xoşbextane piranîya pirsyarên hevwelatîyan derbarê çend pirs û mijarên dîyarkirî ne. lew piştî vavêrkirina wan û poînkirina wan bi corekê bersivên xwe rêkdikim ku bikarim bersiva piranîya pirsyaran bidim.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin