Serokwezîr Barzanî, konsulê nû yê Kuwêtê qebûl kir

14 September 2022 14:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, konsulê nû yê Kuwêtê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Kuwêtê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî, dan û stendin hatine kirin.

Hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî, di hevdîtina hatiye kirin de pêşwazî li konsul Osman El-Dawûd û şanda ligel wî kiriye, ji bo karê wî pîrozbahî lê kiriye û serkeftin xwestiye. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serokwezîr Barzanî li ser pêşvebirina pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Kuwêtê nirxandin kirine.

Li gorî hat diyarkirin, Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê nû yê Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe ya destbikariyê ya li herêmê haniye zimên û daxwaza welatê xwe ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera herdu aliyan a hemû waran destnîşan kiriye.