Serokwezîr ji bo 'bixêrhatinê' Konsulê Gistî yê nû yê Brîtanyayê qebûl kir

26 June 2024 14:46 0 dîtin
Serokwezîr ji bo 'bixêrhatinê' Konsulê Gistî yê nû yê Brîtanyayê qebûl kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê yê Hewlêrê Andrew Diesley kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Andrew Diesley kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi mebesta destbikarkirina Andrew Diesley pîroz kiriye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Di hevdîtinê de Andrew Diesley jî daxwaza xurtkirina pêwendiyên aborî, siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê kir.

Di hevdîtinê de her wiha aliyan li ser gringiya çareserkirina pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê bîr û ramanên xwe pêşkêş kirin û diyar kirin ku rêbaza herî goncav û baş a çareseriyê diyalog û gotûbêj e.