Serokwezîr Barzanî, li Hewlêrê pêsangeha navneteweyî vekir
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, li Hewlêrê Pêşangeha Navneteweyî ya Xanûber û Veberhênanê ya Sêyemîn vekir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, Pêşangeha Navdewletî ya Taybet bi Xanûber û Veberhênanê (Invest Expo 2022) vekir.
Serokwezîr Barzanî, piştî vekirina pêşangehê axaftinek kir û di axaftina xwe de bal kişand ser projeyên hatine pêşkêşkirin. Serokwezîrî got,
“Vê pêşangehê ez gelek kêfxweş kirim. Lewra min ji xwediyên projeyên beşdar bihîst ku kapasîteya endezyariya navxweyî heye. Her çend wan bi gelek welatên din ên biyanî re kar kiribe jî niha bi piştgiriya endezyarên me têne cîbicîkirin.
Di vê kabîneyê de me tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê plansaziyên bajaran li ber çavan bnê girtin û proje, xizmeta piraniya xelkê Kurdistanê bikin. Di vê kabîneyê de hevwelatî karê sereke yê hikûmetê ne."
Ji aliyê rêvebirên pêşangehê ve hat ragihandin ku dê ev pêşangeh 3 rojan berdewam be. Rêveberan agahiyên tekînî jî ragihand û da zanîn ku ji 12 welatan, bi giştî 180 kompanî beşdarî vê pêşangehê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin