Serokwezîr Barzanî peyamek serxwesiyê bo mamostayê jiyana xwe ji dest da belav kir

08 February 2021 15:01 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî peyamek serxwesiyê bo mamostayê jiyana xwe ji dest da belav kir

PeyamaKurd – Ji bo mamosta Îbrahîm Sebah Nasir, ku dema bilindkirina alaya Kurdistanê de jiyana we ji dest da, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek serxweşiyê belav kir.

Li bajarokê Şeqlawe yê Herêma Kurdistanê, do mamostayekî bi navê Îbrahîm Sebah Nasir, dema dixwest alaya Kurdistanê bi stûnê ve da ve bike, elektirîkê ew girt û jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê mijarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir. Peyama Serokê Hikûmetê wiha ye:

‘‘Bi keserek mezin, min nûçeya şehîdbûna mamosta Îbrahîm Sebah bihîst ku di yekemîn roja destpêkirina xwendinê de û di dema bilindkirina alaya pîroz ya Kurdistanê de li dibistana seretayî ya Sorkê li Şeqlawe canê xwe ji dest da.

Ez hevxemiya xwe arasteyî malbata şehîdê alayê mamosta Îbrahîm Sebah, mirovên wî û mamostayên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.’’