Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek serxwesiyê belav kir

21 December 2020 11:00 0 dîtin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd – Bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Nasir Sebah el-Ehmed, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê belav kir.

Şêx Nasir Sebah el-Ehmed (Nasser Sabah Al-Ahmad Al-Sabah) kurê mezin ê Mîrê Kuweytê yê berê bû. Îro, 20ê Berfenbara 2020ê koça dawî kir. Li Kuweytê wekî Wezîrê Berevaniyê û Cîgirê Serokwezîrî kar kiriye.

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Mixabin nûçeya koça dawî ya hevalê min Şêx Nasir Sebah el-Ehmed gihişte min. Serxweşî li malbata birêz Mîrî û xelk û hikûmeta Kûwêtê dikim. Hevxem im li gel wan."