Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li balyozê nû yê Kanadayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Adara 2022yan pêşwazî li Balyozê nû yê Kanada yê Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Kanadayê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest di erkê wî yê nû de, ji bo pêşvebirina pêwendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê.
Balyozê Kanadayê kêfxweşiya xwe li ser destbikarkirina li Iraqê nîşan da û behsa bername û çalakiyên Kanadayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Balyozê Kanadayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên veberhênan û çandinî û teknolojiyê de nîşan da û pesnê ezmûna pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê da.
Di civînê de proseya siyasî ya Iraqê, şerê DAIŞê û girîngiya piştgiriya Pêşmerge û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend mijarên din jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin