Serokwezîr Barzanî sersaxî ji Emar Hekîm re xwest
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema wefata endamekî wan ê malbatê peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbata Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 29ê Adarê, ji ber koça dawî ya kurê Ayetullahê Uzma Mihemed Baqir El Hekîm, Seyîd Sadiq El Hekîm, peyameke sersaxiyê pêşkeşî Serokê Tevgera Hîkme Emar El Hekîm û malbata wî kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, sersaxî û hevxemiya xwe nîşan da û hêviya xwe anî ziman ku Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi bihuştê şad bike û aramî û hedarê bide malbat û dostên wî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin