Serokwezîr Barzanî û Emar Hekîm pêwendiyeke telefonî pêk anîn

10 October 2021 23:10 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û Emar Hekîm pêwendiyeke telefonî pêk anîn

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Hîkme ya Niştimanî li Iraqê Emar Hekîm, îro êvarê 10ê Cotmeha 2021ê pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re pêk anî.

Di pêwendiya telefonî de, Mesrûr Barzanî û Emar Hekîmî li ser proseya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê gotûbêj kirin.

Piştî pêwendiyê hat ragihandin ku her du alî kêfxweş bûn ku proseya dengdanê bi awayekî aram û hêmin birêve çûye.

Herwiha her du alî xwazyar bûn ku encamên hilbijartinê, di berjewendiya pêkhateyên cuda û hemû gelên Iraqê de bin û bibe sedema seqamgîriya rewşa Iraqê.