Serokwezîr Barzanî, sersaxî li Ebdullah Kîxewa kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber kuştina lawê wî, sersaxî da Ebdullah Kîwêxa.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Barzanî bi telefonê ligel Ebdullah Kîxewa axivî û êşa xwe ya ji ber kuştina lawê wî pê re parve kir û ji bo hemû xizm û malbatê jî sersaxî xwest.
Hat diyarkirin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku ew reftarên bi aqilane û berpirsane yên Kîwêxa ku di wê êrîşê de kurê xwe ji dest daye, bilind dinirxînin û diyar kir ku divê dawî li tawanên wiha bên hanîn û tawankar di zûtirîn demê de bên girtin û dadgehkirin.
Her wiha hat zanîn ku Ebdullah Kîwêxa jî ji ber hevxemiyê, spasiya Serokwezîr Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin