Serokwezîr besdarî konferansa "Aboriya Herêma Kurdistanê Pistî Koronayê" dibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî konferansa "Aboriya Herêma Kurdistanê Piştî Koronayê" ji aliyê jûrên bazirganî û pîşesazî yên Amerîkayê ve tê lidarxistin dibe.
Li gor daxuyaniya Yekîtiya Jûrên Bazirganî û Pîşesazî yên Amerîkayê, konferans di rojên 23-24ê Mijdara 2020an de bi awayekî online, bi beşdariya rayedarên payebilind ên Amerîka û Herêma Kurdistanê û kompaniyên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê veberhênan dikin, tê sazkirin.
Di konferansê de çawaniya pêşvebirina geşeya aborî li Herêma Kurdistanê, derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê, girîngîdana bi asayîşa xurek, siberoja peywendiyên Amerîka û Iraqê di warê enerjiyê de dê werin gotûbêjkirin.
Herwiha li gor daxuyaniya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevî rayedarên payebilind ên Amerîkayê, beşdarî konferansê bibin û têbînî û daxwazên beşdaran dê tomar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin