Serokwezîr bi Sanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya

03 June 2021 16:59 0 dîtin
Serokwezîr bi Sanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Şanda Danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de guftûgo derbarê proseya danûstendinên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a taybet bi cibicîkirina yasaya budçeya federalî ya sala 2021 de hat kirin û encamên serdana çend rojên borî ya Şanda Danûstendkar bo Bexdayê hatin pêşkêşkirin.

Şanda Danûstandkar, encamên civînên xwe yên ji bo cîbicîkirina pabendiyên Herêmê yên di çarçoveya yasaya budçeyê de di warê dahata petrolê û ne petrolê de pêşkêş kirin ku di civînên ligel wezaret û aliyên pêwendîdar ên federal de, rêkeftin li ser mekanîzmeya cîbicîkirina yasayê hatiye kirin û amaje bi rêkeftina ku di navbera her du dîwanên çavdêriya darayî yên federal û Herêmê de hat kirin, bi vî awayî êdî ti hêcetek ji bo Wezareta Darayî ya Federalî namîne ku maf û şayesteyên darayî yên Herêmê xerc neke ku di yasaya budçeyê û xişteya pêvegirêdayî de amaje pê hatiye dayîn.

Herwiha di civînê de careke din tekezî hat kirin ku, Herêm bi yasaya budçeyê pabend e û li hemberê jî, divê Hikûmeta Federalî maf û şayisteyên darayî yên Herêmê xerc bike.