''Serokwezîr bo çend projeyên Silêmanî, Helebçe û Germiyanê budçeyek dabîn kir''
PeyamaKurd – Budçeyek ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bo çend projeyên Silêmanî, Helebçe û Germiyanê hat dabînkirin.
Li gor Berpirsekî Wezareta Avedankirin û Niştecîkirina Kurdistanê Agirîn Ebdullah diyar kir, Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, 35 milyar dînar bo projeyên Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê dabîn kiriye.
Herwiha Agirîn Ebdullah da zanîn, ew projeyên han, ne nû ne û ew budçeya ku hatiye dabînkirin jî, bo aktîf bibin û kar tê de bê kirin e. Ji ber ku bi sedema nebûna budçêyê, hatibûn sekinandin. Helbet bo yekcarî xelasbûna wan projeyan pêdivî bi 270 milyar dînar heye.
Berpirsê Hikûmetê li ser projeyan diyar kir, yek ji wan projeyan rêya Dûkan-Çarqurne ye, ya din rêya Kifrî-Kelar e. Projeyên din rêyên Başmax-Pêncwên, Seyîd Sadiq – Helebce, Warmawe-Pêncwên in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin