Hewramanî: Serokwezîr bi projeyên xwe sozên ku dabû bi cih anî

18 August 2024 19:28 0 dîtin
Hewramanî: Serokwezîr bi projeyên xwe sozên ku dabû bi cih anî

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand ku di bin Serokwezîrtiya Mesrûr Barzanî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya kabîneya 9an bê cudahî xizmeta hemû parêzgeh û bajarokên Herêma Kurdistanê kiriye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di wê baweriyê de ye ku projeyên mezin û stratejîk û jêrxaneyeke bihêz ji bo Kurdistanê bê avakirin.

Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê kabîneyê dûpat kir ku ev kabîne, ya hemû gelê Kurdistanê ye û xizmeta hemû gelê Kurdistanê dike. Vê hikûmetê, bê cudahî, li piraniya herêm, bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê projeyên mezin û stratejîk pêk aniye. “

Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir ku cudahiya kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, şêwaz, nêrîn û cîhanbîniya Serokwezîr Mesrûr Barzanîî ye û got: “Baweriya wî bi projeyên mezin û stratejîk û avakirina jêrxaneyeke bihêz a Kurdistanê heye.”

Hewramanî da zanîn ku kabîneya 9an tevî hemû zextan jî, di gelek waran de xizmet û projeyên mezin pêk aniye û encamên wan jî wê di demdirêjî de diyar bibin û dam kir: “Civînên Serokwezîr Barzanî yên bi gel re, bandoreke mezin kir û gel ew wek "serokwezîrê gel" pênase kir.

"Vê kabîneyê yekm car siyaseteke avê afirand û bi ser ket"

Hewramanî di derbarê kar û xebatên hikûmetê û hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî de wiha got:

“Di vê kabîneyê de guherînên mezin çêbûn û bandora wê ya li ser tevahiya Kurdistanê gelek eşkere ye. Vê kabîneyê yekem car siyaseteke avê afirand û bi ser ket. Di warê genim û xurekên din de, li piraniya bajarên Kurdistanê ti pirsgirêkeke sîloyê tune ye û berhemên cotkaran tên berhemanîn. Rêjeya sermayerazandinê di vê kabînê de gelek zêde bû û yek ji armancên vê kabînê ew e ku li ser kargeh, çandinî û berhemên pîşesaziyê raweste, lê belê armanc ne tenê veberhênana mal û milk e, wê di hemû sektoran de veberhênan kiriye."

Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir, ku ew naramin ku ti hêzek li hember zext û kêmbûna bûdceya kabîneya 9em raweste û got: “Li gel gellek zextan jî, vê kabîneyê li ber xwe da, bi hêz ma û karibû xizmeta gelê Kurdistanê bike. Gelek xalên bernameya kabîneya 9emîn hatine cîbicîkirin. Serokwezîr dikaribû sozên ku ji bo heyama kabîneya xwe ji raya giştî re dabû pêk bîne."