Serokwezîr ji bo pêkanîna projeyên gestiyariyê çû Soranê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Soranê axivî û ragihand ku armanca wan ew e ku tevî rewşa dijwar a aborî ya Herêma Kurdistanê jî, ew ji bo xizmetê li welatiyan bikin, li hemû deverên Herêma Kurdistanê projeyên geşkirinê didomînin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şandeke pilebilind a hikûmetê, ji bo danîna bingehên çend projeyan çû herêma Soranê.
Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya destpêkirina projeyan de got: "Tevî hemû astengiyên dijwar ên rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê jî, me hewl da ku projeyên xwe yên ji bo xizmetkirina welatiyên xwe li hemû herêman bidomînin. Bername û plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê gringîdayîna bajarên mezin e, herwiha geşkirin û pêşxistina navçe û zindîkirina gundên me ye jî."
Serokwezîr bi bîr xist ku di 27ê Gulanê de pira Raniye-Bêngird a ku di nav sînorên Rêveberiya Raperîn û Soranê de ye vekirine û wiha dom kir:
“Soran ji gelek aliyan ve yek ji herêmên stratejîk ên Herêma Kurdistanê ye û taybetiyên wê yên xas hene. Ji ber ku li ser sînorên Tirkiye û Îranê ye, di warê çandinî, bazirganî û geştiyariyê de jî xwedî pêgeheke gring e û dikare di pêvajoya geşepêdana aborî de roleke gring bileyîze.
Di warê tûrîzmê de jî jîngeheke pir xweş e. Em li ser qonaxên dawî yên plansazîkirina hin projeyên geştiyariyê dixebitin ku wê navçeyê bi rengekî ku li gel navçeyên geştiyariyê yên mezin ên cîhanê cîh bigire û ji hezaran kesan re derfetên xebatê peyda bike."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dawiya axaftina xwe de balê kêşa ser pirrengiya pêkhateyî ya devera Soran û got: "Rêveberiya Soranê ku ji herêmên Soran, Barzan, Balakayetî û Bradostê pêk tê, xwedî taybetiya pirrengiya pêkhateyan e. Ev yek nîşaneya dewlemendiya herêmê ya ku ew kiriye navenda şoreşên Kurdî. Bi salan e ku gelê Kurd di şoreş û serhildanên xwe de vê herêmê weke navenda parastina xwe dîtiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin