Serokwezîr li Akreyê axivî: Em ê di çandinî û gestiyariyê de zêdetir bi pês bikevin

11 June 2024 13:53 0 dîtin
Serokwezîr li Akreyê axivî: Em ê di çandinî û gestiyariyê de zêdetir bi pês bikevin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Akrê beşdarî merasîma vekirina bingeheke Bazara Fêkî û Sewzeyan bû.

Mesrûr Barzanî, di axaftina xwe ya merasîmê de kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Akrê anî ziman û got: "Îro ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyeke gring hatim Akrê."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di domîna axaftina xwe de diyar kir ku Akrê di warê erdnîgarî, çandinî û geştiyariyê de herêmeke gring û yekta ye û got: "Wek hikûmeta Herêma Kurdistanê em plan dikin ku Akrê bi taybetî di warên çandinî û geştiyariyê de zêdetir bi pêş bikeve." 

Mesrûr Barzanî balê kêşa ser wê yekê ku di çarçoweya cudakirina dahatên Herêma Kurdistanê de gringiyeke mezin bi sektora çandiniyê tê dayîn û got: "Me şoreşa çaksaziya çandiniyê da destpêkirin. Ev destpêkek e. Em ê ji bo bilindkirina warê çandiniyê gavên zêdetir bavêjin. Sektora Kurdistanê li gorî standardên cîhanê, em ê sektora çandiniyê ji bo Herêmê Kurdistan û Iraqê bikin çavkaniyeke xwarinê."