Serokwezîr li ser êrîsên Erebistana Siûdî: Armanca êrîsan têkdana îstiqrara navçeyê ye
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê êrîşên demên dawî yên li ser deverên cuda yên Erebistana Siûdî şermezar kir û da zanîn: “Armanca êrîşan têkdana îstiqrara navçeyê ye.”
Li gor Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir: “Ez êrîşên li ser Erebistana Siûdî şermezar dikim. Armanca wan êrîşên dubarebûn ên li ser jêrxana sivîlan, têkdana îstiqrara navçeyê ye.”
Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em piştevaniya temam bo hikûmet û gelê Erebistana Siûdî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin