Serokwezîrê Macaristanê Orban got ku ber bi ser de diçin
PeyamaKurd – Serokwezîrê dewleta Macaristanê Viktor Orban ragihand ku li payîtexta Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê atmosfera şer serdeste. Orban li ser zîrwa lîderên Yekîtiya Ewrûpayê li Brukselê ye û ragihandina xwe di radyoya Brukselê ya bi navê Kossuth de kir. Orbanli ser zîrwa lîderan got:
“Dema mirov ji Macaristanê tê Brukselê hissên mirovî xerîb dibin. Macaristan welatekî normale, arame û fikrên maqûl lê hene. Dema mirov digihê Brukselê û siyasetmedaran re diaxife, mirov şaş dimîne. Li vê derê atmosferekî şer heye. Li vê derê lîder weka şerê xwe bi Rûsya re dimeşînin diaxifin. Binêrin ev şerê di navbera Rûsya û Ûkrayna de ye. Ev ne şerê me ye. Her diçe ber bi şerekî de diçin.”
Orban, li ser îhtîmala ku welatên Rojava leşkeran bişînin Ûkraynayê got ku di nav wextekî kurt de guherînên mezin çêbûn û weha dewam kir:
“Heya 2 an 3 meh berê me qet xeyala van tiştan nedikir lê îro gelek normal xwuya dikin. Tê bîra min Almanan digot ku wê çekên kujer neşînin Ûkraynayê lê di şûna wan de ekipman û mîxferan bişînin. Niha dibêjin ku pêwiste fuzeyên ku karibin bi wan li nava Rûsyayê bixin bişînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin