Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi serokê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xebatên xwe yên dîplomatîk yên li Davosê dewam dike. Barzanî li Davosê bi serokê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî (IEA) bi Fatih Birol re civiya. Bi Fatih Birol re di derbarê projeyên enerjiyê yên ku di 3 salên dawiyê de hatine kirin, axifî. Barzanî mijarê di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Di hevdîtinê de, me got ku li ser projeya ku ji bo 165 MW elektrîkê hilberînin, projeya xwe ya xazê me temam kiriye, li ser projeyên solar enerjiyê yên taybet xebatên ku em dikin û li ser temamkirina 3 adedên 25 MW enerjiya rojê ku me temam kiriye, axifîn.
Me ji serokê IEA yê daxwaz kir ku ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê alîkariya teknîkî bike.”
Serokwezîr Barzanî bi tevlîbûna Forma Ekonomîk ya Davosê de, di roja duyem de gelek hevdîtinan bi pêwendîdarên navdewletî re kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin