Serokwezîr Mesrur Barzanî pîrozbahî li YNKê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo bidawîhatina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahî li serok û serkirdayetiya YNKê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û serkirdatiya YNKê kir û tê de got, “Bi boneya serkeftina kongreyê û destnîşankirina serkirdatiya nû ya YNKê, pîrozbahiyê li we û hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hêvîdar im hûn qonaxeke nû di xizmeta gel û welat de dest pê kirin û gavên xwe yên ji bo yekrêzî û tebayî, pêşxistina destkeftan û parastina welat û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê zêdetir bikin û herwiha hevahengî û piştevaniya xwe ji bo cibicîkirina plan û bernameyên hikûmetê zêdetir bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin