Serokwezîrê Sûriyê Celalî: Terka welat nadim, amade me hikûmetê radest bikim
PeyamaKurd – Serokwezîrê Sûriyê yê ji aliyê Beşar Esed ve hatiye erkdarkirin Muhamed Gazî Celalî, piştî ketina Şamê ya bin kontrola opozîsyonê ji mala xwe daxuyaniyeke vîdyoyî belav kir.
Muhamed Celalî got, “Li mala xwe me û ji Sûriyeyê dernakevim.”
Celalî diyar kir ku ew dê ji bo dewrkirina hikûmetê piştevaniyê bide opozîsyonê û da zanîn, “Banga parastina saziyên dewletê dikim.”
Celalî got, “Hêvîdar im ku her kes bi aqilane birame. Em destê xwe dirêjî opozîsyona ku destê xwe dirêjî kirine jî dikin û tekez kirine ku ew ê êrîşî tu kesên vî welatê Sûriyeyê nekin.”
Derbarê çarenivîsa Beşar Esed de jî SOHRê ragihandiye, Esed bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Şamê ji Sûriyeyê derket, berî ku artêş û hêzên ewlehiyê ji balafirgehê vekişin.
Li aliyê din Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî (Ahmed Eş-Şara) jî ragihandiye ku heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin û ji şervanan xwest, ti zirarê nedin saziyên dewletê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin